Saredara Awîskê û 7 kesên din hatin girtin

Saredara Awîskê û 7 kesên din hatin girtin

PeyamaKurd - Di operasyona hêzên ewlehiyê yê Tirkiyê de, li Êlihê, Hevseroka Bajarokê Awîskê Hatîce Taş jî di nav de 7 kes hatin desteserkirin.

Li navenda Êlihê hêzên ewlehiyê, Hevseroka Şaredariya Bajarokê Awîskê ya navçeya Qûbînê Hatîce Taş ku qeyûm danîbûn şuna wê,  girtin. Tîmên taybet li mala wê  lêgerîn pêk anî û piştî wê Hevserok Taş desteser kirin û birin Fermandariya Komandoyê ya Êlihê. Sedema desteserkirina Taş nehat zanîn.

Hate diyarkirin ku, Hevşaredara Bajarokê Awîskê Hatîce Taş, Endamê Meclîsa Şaredariyê Tahsîn Yildirim, xebatkarê şaredariyê Huseyîn Taş, Cemal Dogan, Ekrem Evrûz, Bayram Ozalp û kesekî navê wî nehatiye tespîtkirin hatine desteserkirin.

Hate diyarkirin ku di derbarê 25 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin