PeyamaKurd – Şaredarê şaredariya Tillo ya bi ser bajarê Sêrtê Tacettin Karamercan li navça Adılcewazê qeza kir. Karamercan di qezayê de ereba xwe dajot û piştî wî birin nexweşxanê li nexweşxanê can da.
Di qezayê de bi temamî 10 kes birîndar bûn ku 6 ji wan zarokin. Ereba ku şaredar Karamercan diajot, li erebeyekî bazirganî ku ji pêşber de dihat li hev ketin.
Di nav birîndaran de şaredarê berê yê Tilloyê Mehmet Arif Tusun û 6 zarok hene ku wan birine nexweşxanên li Tetwan, Bedlîs û Xelatê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin