Şasiwar Ebdilwahîd bi kefalet hat berdan

Dîroka Weşanê :
Şasiwar Ebdilwahîd bi kefalet hat berdan

PeyamaKurd- Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdilwahid piştî şeş mehan ji girtina wî bi kefalet hate berdan.

Hate ragihandin ku piştî şeş mehan, Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdilwahid bi kefaleta 118 milyon dînaran hat berdan û doza wî ji bo roja darizandinê vekirî hat hiştin.

Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdilwahid 12ê Tebaxa 2025an li mala xwe ya li bajarê Silêmaniyê hatibû girtin û di rûniştina sêyem a darizandina wî de 2yê Îlona 2025an bi 5 mehên zindanîkirinê hatibû cezakirin.