Îsraîlê mîqdara alîkariya Îranê ya bo 3 rêxistinên îslamî eskere kir

Îsraîlê mîqdara alîkariya Îranê ya bo 3 rêxistinên îslamî eskere kir

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Israîlê  Yoav Gallant ragihand ku Îran her sal alîkariyê dide Hizbullaha Lubnanê, Hemasê û rêxistina Cîhada Îslamî.

Li gorî nûçeya The Times of Israel, Gallant di civîneke rojnamevanî de gotiye, Îran her sal 700 milyon dolarî alîkariyê dide Hizbulaha Lubnanê û herwiha bi berdewamî çek, teqemenî û moşekan ji Hizbulaha Lubnanê re dişîne.

Wezîrê Îsraîlê daye zanîn: “Rejîma Îranê bi mebesta afirandina aloziyan li herêmê, her sal 100 milyon dolar alîkariya malî dide rêxistina Hemas û 10 milyon dolar jî dide bi koma Cîhada Îslamî.”

Gallant diyar kir ku li çend eniyan îhtimala êrîşên şer li ser Îsraîlê gelek zêde ye û gefxwarin û kiryarên terorîstî yên milîsên girêdayî Îranê li ser Îsraîlê dewam dikin.

Li ser bernameya nukleerî jî Gallant got: “Ev rejîma roj li pey rojê zêdetir nêzî bidestxistina çeka atomî dibe û divê bilez pêşiya wê bê girtin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin