PeyamaKurd – Parlamentarê Kerkûkê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdula li ser bûyera doh 2yê Çile ya serdegirtina hêzên Iraqê ya Taxa Newrozê ya Kerkûkê daxuyanî da û got, wê ew hêz ji taxê vekişe û ti malbateke Kurd jî ji taxê nayê derxistin.
Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê Şaxewan Ebdula, îro Çarşemê 3yê Çileyê bi daxuyaniyekê ragihand, “Ti malbatên Kurd ên taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê wê neyên neçarkirin ku ji xaniyên xwe derkevin û ew hêza artêşa Iraqê ku li wê taxê hatiye bicihkirin wê bê vekişandin”.
Şaxewan Ebdula got ku wî bi hejmarek welatiyên taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê pêwendî kiriye û diyar kir, hêzeke artêşa Iraqê hatiye bi ser wan de girtiye û daxwaza berdana xaniyên wan dike û ew bi Serokwezîrê Iraqê re axiviye û bi spasî ve Serokwezîr Sûdanî ferman li Wezareta Berevaniyê kiriye ku ew hêza artêşa Iraqê xwe vekişîne û ew mijar bê rawestandin.
Herwiha hate ragihandin ku ew bi Fermandariya Giştî ya Operesyonan re axivî ye û dê biyara Serokwezîrê Iraqê ya ji bo vekişîna wê hêzê were bicihanîn.
Artêşa Iraqê li Kerkûkê bi ser taxa Newrozê de girt û dixwaze terka malên xwe bidin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin