PeyamaKurd - Serokê Fermangeha Teknolojiya Zanyarî da zanîn ku karên elektronîkkirina karên hikûmetê gav bi gav tên kirin û got: “Me ji wezareta dad û navxwe destpê kiriye.”
Serokê Fermangeha Teknolojiya Zanyarî Hîwa Efendî ragihand ku karûbarên elektronîkkirina fermangehên hikûmetê ranewestiyane û got: “Em gav bi gav kar dikin, me ji fermangehên herdu wezaretên dad û navxwe destpê kiriye, sedem jî ew e ku rojane karekî zêde yê xelkê li wan wezaretan heye.”
Hîwa Efendî ji Rûdawê re gotiye, karê wan bê pirsgirêk nabe, ji aliyê hinek kesan ve asteng tên çêkirin lê ew wek serpereştiyarên teknîkî hewl didin daxuyaniyeke baş bo xelkê bidin ku ew kar di encamê de ji bo xizmeta tevahiya xelkê ye.
Efendî elektronîkirina karûbarên dadgehan ev agahî dan:
“Li dadgehan daxwaznamenivîs ji vî karî nerazî ne û dibêjin daxwaznameyek ji 2 hezar û 500 dînaran dibe 25 hezar dinar û ew jî ne wiha ye. Ji ber li dadgehan fotokopî û wênegirtin û hejmarek pêdiviyên din hene ku hemû dike zêdeyî 10 hezar dînar, tişta em jî bizanin niha ligel kompanyayekê gotûbêj heye daku ew 25 hezar dînarên daxwaz kirine were kêmkirin bo kêmî 20 hezar dînar, bi vêna jî ew cudahî gelekî kêm dibe. Kar jî tên elektronîkkirin û careke din dema karekî welatiyan hebe wan pereyên zêde nadin, tişta em pêşbînî dikin berî dawiya îsal nivîs bo dadgehan dibin elektronî.”
Di civîna yekem Desteya Wezîrên Hikûmeta Nehem a Kurdistanê de biryar hatibû dayîn ku karê elektronîkirinê li dam û dezgehên hukmî di demek nêzîk de bikeve pratîkê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin