Nêçîrvan Barzanî: Wê hewlên me yên ji bo astî û aramiyê berdewam bin

Nêçîrvan Barzanî: Wê hewlên me yên ji bo astî û aramiyê berdewam bin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema jidayikbûna Hezretê Mesîh û Krîsmasê, pîrozbahî li Civaka Xrîstiyan kir û got, wê Herêma Kurdistanê her dem wekî cihê pêkvejiyan, lêborîn, tebayî û aştiyê ji bo hemû pêkhateyan dimîne.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje; “Cejna jidayikbûna Hezretê Mesîh û Krîsmisê, bi germî li xwişk û birayên Kirîstiyan li Herêma Kurdistanê, Iraq û li her dereke cîhanê ku ev cejn tê kirin pîroz dikim, cejn û pişûyeke xweş û aramiyê jê re dixwazim û hêvîdar im ev cejn xêr, xweşî, aramî û aştiyê bi xwe re bîne ji hemûyan re."

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku di vê bîranîna pîroz de, tekez dikin, Herêma Kurdistanê wek her dem cihê pêkvejiyan, lêborîn, tebayî û aştiyê ji hemû pêkhateyan re dimîne û ji bo aştî û aramiya herêmê jî wê hewlên xwe bidomîne.

Di beşeke din a peyamê de pîrozbahî li civaka xirîstiyan hat kirin û wiha hat gotin: "Xirîstiyanên li Herêma Kurdistanê ne, xwedî û pêkhateyeke resen a welat in û her dem bi pêkhateyên din re di lêborîn, tebayî û aştiyê de jiyane û rola wan di parastin, avakirin û pêşxistina Herêma Kurdistanê de heye. Cejn, bîranîn û boneyên we û yên hemû pêkhateyên Kurdistanê ne û cejna li hemûyan pîroz be."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin