Mîr Hazim bo pêsmerge û rêvebirên Kurdistanê sipasiya xwe kir

Mîr Hazim bo pêsmerge û rêvebirên Kurdistanê sipasiya xwe kir

PeyamaKurd- Piştî wefata Mîr Tehsîn Begê serokê êzîdiyan, kurê wî Mîr Hazim Tehsîn ket şûna bavê xwe. Bavê wî Mîr Tehsîn Beg di meha yekê de koça dawiyê kiribû û heya niha ciyê wî vala mabû.

Mîr Hazim Tehsîn ragihand ku dê Meclisa Bilind ya Êzîdiyan ava bike û endamên wê dê %60 ji xelkê Şengalê be. Bo sonxwarinê li navneda Laleşê mersimekî bo Mîr Hazim hat kirin û piştî sondê cil û bergên mîrîtiyê li xwe kir û axaftineka kurt kir. Mîr Hazim weha got:

“Piştî wefata Mîr Tehsîn, malbata Mîr û rewşenbirên Kurd yên Êzîdî gelek civînan lidarxistin û şukir ji Xwedê re me îttîfaqa xwe danî. Ez ê ji îro û pê de di xizmeta Êzîdiyan de bim û bi hemû qeweta xwe bo wan bixebitim. Di ser fermana xelkê me û xelkê me yê Şengalê de 5 sal derbas bû. Halê me gelek başe û weka malbat ji destê me çi hat me kir. Li ser halê êzîdiyan li Awrûpa û Amerîkayê bi gelek dewletên biyanî re em axifîn.”

Mîrê êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn bi sedema ku her dem alîkariya wan kirine, bo serok Mesûd Barzanî, bo serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîr Mesrûra Barzanî sipasiya xwe kir. Mîr Hazim weha dewam kir:

“Bo serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û terefên siyasî yên ku di çareseriya pirsgirêka Mîrîtiyê de alîkariyê kirine sipasiya wan dikim. Sipasî bo pêşmergeyên ku di parastina Şengalê de ciyê xwe girtine. Sipas bo xelkê Kurdistanê ku di roja teng de ji Zaxoyê heya Silêmaniyê deriyê xwe bo me vekirine û sipasiya Kurdistaniyan dikim. Em bo Xwedayê mezin dia dikin ku 72 milletî û milletê êzîdî biparêze. Bo halê Şengalê û bo xelkê Êzîdî vegere Şengalê em ê bi hukuumeta Kurdistanê û ya Bexdayê re xebata xwe bikin. Em ê bi birayên xwe yên Musliman, Xrîstiyan, Sabi’î, Kakeyî û Feylî re û bi eşîrên Kurdistanê re têkiliyên xwe xurt bikin. Sipasî bo hemû kesên ku beşdarê merasima Mîrîtiyê bûne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin