PeyamaKurd - Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haleyê, ragihand ku hê serokê wan Donald Trump negihîştiye biryara dawîn lê dema ku biryara dawîn dan dê hemû hevpeyman bi hev re hereket bikin.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser daxwaza Rûsyayê ji bo guftûkirina rewşa Sûriyê civiya û Nikki Haley li wir xeber da.
Di xeberdana xwe de Haleyê diyar kir ku, "Em nikarin li hemberî êrişa kîmyayî bêdeng bimînin û divê em destûrê nedin ku welatek xaza kîmyayî bixebitîne."
Haleyê bal kişand ser wê yekê ku eger Amerîka bigihê biryarekê dê ji aliyê distûr û prensîban ve hemû hevpeyman yek bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin