PeyamaKurd - Serokê Yekîtiya Kompanyayên Geştiyariyê yên Kurdistanê Lawen Memundî da xuyakirin ku geştên asmanî yên rasterast ji Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Ewropayê ve dest pê dikin.
Memundî got, biryar e saet îro 16.00 geştên rasterast dest pê bikin û diyar kir, di qonaxa yekem de geştên asmanî bo bajarê Dusseldorf a Almanya û bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê têne kirin.
Serokê Yekîtiya Kompanyayên Geştiyariyê da zanîn ku ev geşt dê bi awayê çûnûhatinê bin ango ji Dusseldorfê bo Hewlêrê û ji Hewlêrê bo Dusseldorfê, herwiha ji bo Stenbolê jî bi heman awayî geşt dê berdewam bikin.