MSD daxwaz dike Netewên Yekgirtî fisarê li Tirkiyê bike

MSD daxwaz dike Netewên Yekgirtî fisarê li Tirkiyê bike

PeyamaKurd – Di 3yemîn salvegera dagîrkirina Efrînê de, ji bo Tirkiye ji Efrînê derkeve, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) daxwaz ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî dike, fişarê li Tirkiyê bike.

MSDê diyar kir, ji dema dagîrkirina Efrînê ve û heta niha ji aliyê Tirkiye û komên çekdaran ve, siyasetên dijminane li dijî şêniyên Efrînê dimeşînin, piştî koçberkirina ji sedî 80 ji şêniyên Efrînê, Tirkiye û komên çekdar ên ser bi wê ve, dest bi proseya Tirkkirina wê herêmê kirine.

MSDê destnîşan kir, 3 sal in Tirkiyê destê çekdaran di Efrînê de berdaye û kiryar û binpêkirinên hovane li dijî xelkê Efrînê ê Kurd dikin û dest datînin ser mal û milkên wan.

Herwiha MSDê eşkere kir: Tevî rêxistinên mirovî û yasayê yên navdewletî, binpêkirinên li Efrînê dibin belge dikin, demografiya wê tê guhertin û bûye cihek ji tundrewî û terorê re. Lê civaka navdewletî, hîna nikare helwestekê li gor biryar û yasayên navdewletî derbarê Efrînê de bistîne.

MSD daxwaz ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî kir, hebûna Tirkiyê li Efrînê bi dagîrkirin bi nav bike û fişarê lê bike, ta ku ji Efrînê derkeve.

Herwiha MSDê daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir, komîteyeke lêkolînê ya navdewletî ya serbixwe pêk bîne û lêkolînan di tawanên komên çekdar li Efrînê, diyarkirina çarenivîsa 7 hezar kesên wendayî û vegera welatiyên Efrînê de bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin