Senatorê Amerîkî ‘Yasaya Rizgarkirina Kurdan’ pêşkeşî kongreyê dike

Dîroka Weşanê :
Senatorê Amerîkî ‘Yasaya Rizgarkirina Kurdan’ pêşkeşî kongreyê dike

PeyamaKurd- Senatorê Amerîkî Lindsey Graham ragihand ku ji bo parastina Kurdan li hemberî gefên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ew dê projeyasayeke nû pêşkêşî kongreyê bike û cezayên giran li ser aliyên êrîşkar ferz bike.

Lindsey Graham îro 27ê Çileyê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, hişyarî da ku Kurd di bin gefa hikûmeta nû ya Sûriyeyê ku hevpeymana Tirkiyeyê de ne.

Senatorê Komarî tekez kir ku destberdana ji Kurdan dê bibe karesat ji bo navûdeng û berjewendiyên ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê û got, "Kurd hevpeymanê me yê sereke bûn di têkbirina xîlafeta DAIŞê de."

Lindsey Graham eşkere kir ku ew dê vê hefteyê ji bo parastina Kurdan pêngaveke yasayî biavêje û got, "Ez dê vê hefteyê projeyasayekê pêşkêş bikim ku armanca wê ferzkirina cezayên giran (felcî) e li her hikûmet an komeke ku dest bi dijminatiyê li dijî Kurdan bike."

Graham, navê vê projeyasayê wekî "Yasaya Rizgarkirina Kurdan" (The Save the Kurds Act) hate diyar kir. Lindsey Graham da zanîn, ev projeyasa dê li Kongreya Amerîkayê piştgiriyeke xurt a her du partiyan (Demokrat û Komarî) werbigire. Graham herwiha got ku divê ev yasa xwedî hêz û bandor be da ku encamê bide û got, "Li benda agahiyan bin."