PeyamaKurd – Li parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) di saet 06.23ê sibeha îro de, erdhejekê bi pileya 3.8 parêzgeha Diyarbekirê hejand.
Herwiha AFADê daye zanîn, navenda wê erdhejê qezaya Pasûr e û bi hêza 3.8 pileya rîxterê û bi kûrahiya 6.43 kîlometre rû daye.
Di derbarê ziyanên wê erdhejê de, heta niha tu zanyarî nehatine belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin