PeyamaKurd - Rojnameya Washington Post a Amerîkî ragihand ku, li gor îstîxbarata Amerîkayê serokê rêxistina DAIŞê Ebu Bekir el-Bexdadî sax e û nehatiye kuştin û xwe ji pilaneke nû re amade dike.
Rojnameya Washington Post di nuçeyeke xwe de ku dispêre hin berpirsên ewlehiya Amerîkayê diyar kir ku, Bexdadî stratejiyeke dem dirêj destpê kiriye, li gor wê stratejiyê tevî şikestina wê ya eskerî li Iraq û Sûriyê jî ew dixwaze weke rêxistin bimîne û berdewam bike.
Herwiha berpirsên ewlehiya Amerîkayê dibînin ku, Bexdadî kar li ser wê yekê dike ku, ji qonaxa xîlafetê biçe qonaxa şereke nehênî û toreke terorî ya cîhanî.
Li gor nuçeya rojnameyê Berpirsê rêxistina DAIŞê Ebu Bekir Bexdadî heta niha saxe û nehatiye kuştin, herwiha li navçeyên bin kontrola DAIŞê karê rêxistina xwe bi rêve dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin