NY: Niha welatiyên navxwe yê Sûriyê di xerabtirîn rewsê re derbas dibin

NY: Niha welatiyên navxwe yê Sûriyê di xerabtirîn rewsê re derbas dibin

PeyamaKurd – Ji ser krîz û şerê navxwe yê Sûriyê, 10 sal derbas bûn. Di derbarê rewşa niha ya welatiyên Sûrî de Neteweyên Yekbûyî dibêje, niha welatiyên navxwe yê Sûriyê, di xerabtirîn rewşê re derbas dibin.

Ji ber daketina bihayê lîreyê Sûrî û qedexeya Koronayê, ji 2020an ve ji sedî 60ê xelkê navxwe yê Sûrî birçî ne. 12.4 milyon welatiyên Sûriyê bi zehmetî xwarinê peyda dikin û kêm ji wan sê danan xwarinê dixwin.

Aborînas li Programa Xwarinê ya Cîhanî Arif Hisê diyar dike: “Li ba te Korona heye, li ba te herrifandina bihayê lîre heye û koçberbûna bikom heye. Lewra dema tu van hemû sedeman kom bikî, divê tu ji ber nebûna ewlekariya xwarinê û zêdebûna birçîbûnê şok nebî, ev ne tenê bi giştî, lê belê bi kûrahî jî, wate welatî îro zêde nêzîkî nêzayê bûne.”

Herwiha li gor Neteweyên Yekbûyî, li Sûriyê ji ber herrifandina bihayê lîre %200 nirxên keresteyên xwarinê bilind bûne, wate welatiyan ji sedî 50 hêza kirrînê jidestdane, ango 1.3 milyon welatiyên Sûrî yek danê xwarinê di rojê de dixwin û li gor Neteweyên Yekbûyî tevî vê karesata mirovî Beşar Esed dixwaze welatî wî hilbijêrin.

Li Tirkiyê, Lubnan, Urdun, Iraq û Misirê zêdetirî 6 milyon penaberên Sûrî dimînin. Programa Xwarinê ya Cîhanî, alîkariya 1 milyon û 500 hezarî ji wan penaberan dike, herwiha di 10 salên borî de bi birrê 6.8 milyar dolar alîkariya xelkê Sûriyê li nav û derveyî welat kiriye, lê ji dema belavbûna Coronayê niha li gor Neteweyên Yekbûyî ji sedî 50ê penaberên Sûriyê ewlekriya xwarina xwe bi rêjeya ji sedî 29 ji dest dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin