Serdana Wezîrê Herêma Kurdistanê bo Saredariya Rezan a Amedê hat betalkirin

Serdana Wezîrê Herêma Kurdistanê bo Saredariya Rezan a Amedê hat betalkirin

PeyamaKurd - Serdana Wezîrê Herêma Kurdistanê Aydin Marûf bo Şaredariya Rezan a Amedê ku biryar bû îro pêk bê, hat betalkirin.

Şaredariya Rezan a Amedê ragihand ku, “Wezîrê Dewletê yê Herêma Kurdistanê yê tirkmen Aydin Marûf ku biryar bû îro roja îniyê (23.08.2019) li demjimêr 09.30an serdana Şaredarê navçeya Rezan a Amedê Huseyin Beyoglu bike, hatiye betalkirin.”

Hat diyarkirin ku serdana di asteke bilind de ku ji mêjve hatibû plankirin ji ber wezîfedarkirina qeyûman li Şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê û protestoyên li dijî wê biryarê hatiye betalkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin