Serok Barzanî li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê 18ê Çileya 2026an derbarê şer û pevçûn û êrîşên li ser hêzên Kurd li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de, peyamek belav kir.

Serok Barzanî bal kişand ser civîna doh ya li Hewlêrê û got: “Derbarê pêşketinên dawî yên li Sûriyê û di çarçoveya hewldanên çareserkirina pirsgirêkan de, duh me bi nûnerê taybet ê Serok Trump ji bo karûbarên Sûriyê, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û serokê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê re civînek hevbeş a girîng li dar xist.”

Serok Barzanî da xuyakirin, “Hêvîdarim ku şer û aloziyên di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de di zûtirîn dem de bi dawî bibin û hemû alî vegerin rêkeftinên ku berê hatine kirin da ku pirsgirêkan çareser bikin û di navbera aliyên Sûriyê de aramiyê bi dest bixin. Herwiha em derxistina fermana serokê Sûriyê ya li ser mafên Kurdan wekî gaveke erênî di rêça rast de dibînin û hêvî dikin ku ew bibe bingehek ji bo dewlemendkirina razîbûna aliyên peywendîdar û ji hêla qanûnî û destûrî ve mafên gelê Kurd garantî bike.”