Serok Barzanî bi helkefta Mewlûdê peyamek belav kir

Serok Barzanî bi helkefta Mewlûdê peyamek belav kir

PeyamaKurd  - Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Qendîla Mewlûdê peyamek belav kir û Mewlûda xelkê Herêmê pîroz kir.

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta salvegera Qendîla Mewlûdê (ji dayîkbûna pêxemberê ola îslamê peyamek belav kir.

Peyama Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta bibîranîna ji dayikbûna pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bin) pîrozbahiyê li misilmanên cîhan û Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.

Bi hêviya ev helkefta pîroz sedemeke dinê bihêzbûna peyama aştî û birayetî û pêkvejiyan û lêborînê be.

Ji xwedayê mezin dixwazîn ev helkefta pîroz ji bo gelê Kurdistan û navçeyê bi giştî bibe cihê xweşî û xêr û bereketê û bibe dawiya zulm û tundî û çewsandin û asîmîlekirina miletan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin