PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li hunermendê navdar ê Kurd Enwer Şêxanî kir.
Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:
Roja şemî 13.07.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hunermendê navdar ê Kurd Enwer Şêxanî kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî spasî û pêzanînên xwe ji bo rola Enwer Şêxanî ya li warê pêşvebirina çand û hunerê de anîn ziman û destxweşiyê lê kir ku li salên derbasbûyî bi kedekî zêde û bi rihekî niştîmanperwerane xizmeta hunera Kurdistanê kiriye.
Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî hêviya tendirustî û temendirêjiyê ji bo hunermend Enwer Şêxanî xwest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin