Serok Barzanî bi munasebeta cejna Ekîto peyamekî belav kir

Serok Barzanî bi munasebeta cejna Ekîto peyamekî belav kir

PeyamaKurd – Cejna sersalê ya Aşûrî, Keldanî û Suryaniyan ya bi navê Cejna Ekîto hat û li ser vê cejna sersalê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyama pîrozbahiya cejna Ekîto kir. Serok Barzanî di peyama xwe de cejna temamê Keldanî, Suryanî û Aşûriyan yên li Kurdistanê, Iraq û temamê dinyayê pîroz kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Ez hêvî dikim sala nû dawî li wê eziyet û şiddeta ser birayên me yên Xîrîstiyan ku ew çend zahmetiyê dîne bîne û bibe wesîle bo destpêkeka nûh.

Bi vê wesîlê dixwazim bê zanîn ku em bi birayên xwe yên Keldanî, Suryanî, Aşûrî û hemû pêkhateyan ve li hemberê terorê û cudakariyê di heman eniyê de ne.

Em di mirovahiyê de birane. Di qencî û xerabiyê de qedera me yek e. Divê jiyana biratî û pêkvejiyan di navbera temamê ol û neteweyan de bê parastin û bê kûrkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin