PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema hatina serê sala Bîbîliyan û Asûriyan ya bi navê Ekîto peyameka pîrozbahiyê belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de got:
“Bi sedema hatina cejna serê salê ya Ekîtoyê, ez cejnê bi germahî li Keldanî, Suryanî û Asûriyên Kurdistanê, Iraqê û temamê dinyayê pîroz dikim. Bila sala nû bibe sala xweşiyê, bereketê û aştiyê.
Dahatûya me û Keldanî, Asûrî û Suryaniyên Kurdistanê, başî, xweşîya me û nexweşiya me tev bi hevre ye. Divê em tev bi hevre di navbera pêkhateyên ayînî û etnîkî de pêkvejiyan û çanda biratiyê dewlemend bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin