Serok Barzanî Cejna Akituyê li Kildanî, Siryanî û Aşûriyan pîroz kir

Serok Barzanî Cejna Akituyê li Kildanî, Siryanî û Aşûriyan pîroz kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi helkefta sersala nû ya Babîlî û Aşûrî, Cejna Akituyê, peyameke pîrozbahiyê weşand û daxwaza aştî û aramiya cîhanî kir.

Di peyama xwe de, Serok Barzanî pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Kildanî, Siryanî û Aşûrî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û hemû cîhanê kir.

Serok Barzanî hêvî xwest ku ev cejn ji bo hemû pêkhateyên krîstiyan bibe sedema xêr, şadî û bextewariyê.

Serok Barzanî her wiha di peyama xwe de bal kişand ser rewşa aloz a herêmê û hêviya xwe anî ziman ku şer û nakokî bi dawî bibin. Barzanî daxwaz kir ku aştî, refah û aramî li seranserê cîhanê serdest bibe û gelên herêmê di nav ewlehiyê de bijîn.