Serok Barzanî di kongra KDP-Sê de got: Yên ji serkeftinan re dibin asteng wê bedela wê bidin

Serok Barzanî di kongra KDP-Sê de got: Yên ji serkeftinan re dibin asteng wê bedela wê bidin

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî tevlî kongra Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê ya 12 em ku li Hewlêrê pêkhat bû û di kongrê de axifî. Serok Barzanî di axaftina xwe de xwest ku kongre serkeftî derbas bibe, bibe bersiva daxwazên xelkê û behsa rola PDK-S yê ya di şoreşa Êlûn û Gulanê de kir û rola wê bilind nirxand. Barzanî behsa rola Pêşmergeyên Roj û rola wan ya li hemberê IŞİD ê kir ku bi serbilindî têkoşiyane û Pêşmergên Roj di şerê li hemberê IŞİD ê de şehîdan dane. Serok Barzanî weha got:

“Ez ji we re, ji wan kesên ku di rabirdûyê û îro de, di bizava rizgariya gelê me de rola xwe leyîstine re, sipasiya xwe dikim. Ji xelkê me yê berxwedêr re ji vê derê silavên xwe dişînim. Silav ji bo kesên ji ser warên xwe rabûne yên ku li vê derê li malên xwe ne.”

Barzanî got ku ew hêvî dike ku Kurdên Rojava dagerin ser axa bav û kalên xwe û bi hev re singa xwe bidin ber zahmetiyan û rewşekî xweş ji bo xwe ava bikin. Serok Barzanî weha dewam kir:

“Dema di sala 2011an de li Sûriyê qewimandin destpêkirin, ji bo hun bibin yek û biryara ku hun dixwazin bidin, me destekê da we. Rêya têkoşînê dirêje. Me bangê li Rojavayiyan kir da ji bo têkoşîna netewî û yekîtiyê kir, ji wan re 2 civîn li Hewlêrê û yek li Duhokê, me temamê destekê da her sê kongrên wan. Mixabin astengiyan çêkirin. Ji xwe rêya têkoşîna xelkê dirêje. Kesên li ber serkeftinan bûn asteng wê bedela wê bidin. Ji bo têkoşîna netewî, têkoşîna ku li Sûriyê ji bo xelkê Kurd bê dayîn, em ê her wext bi wan re bin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin