Serok Barzanî di salvegera 52’yemîn de Leyla Qasim û hevalên wê bi bîr anîn

Serok Barzanî di salvegera 52’yemîn de Leyla Qasim û hevalên wê bi bîr anîn

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera 52’yemîn a şehîdkirina Leyla Qasim û hevalên wê, peyameke sersaxiyê û rêzgirtinê parve kir. Serok Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku Leyla Qasim û hevalên wê ji bo azadî û rûmeta gelê xwe canê xwe feda kirine û ji bo hemû azadîxwazên Kurdistanê bûne mînak û sembola herî mezin a berxwedanê. Barzanî bi rêzdarî silav şand ji bo hemû şehîdên riya azadiyê û tekez kir ku lehengiya wan di dîroka Kurdistanê de nayê jibîrkirin.

"Bûka Kurdistanê" Leyla Qasim û têkoşîna wê

Leyla Qasim ku di nav gelê Kurd de wekî "Bûka Kurdistanê" tê naskirin, di sala 1952’yan de li Xaneqînê ji dayik bû. Leyla Qasim a ku xwendekara zanîngehê û têkoşereke kurd bû, di 12’yê Gulana 1974’an de ji aliyê rejîma diktatör a Baasê ve li Bexdayê tevî komek hevalên xwe hat bidarvekirin. Leyla Qasim di dîroka nûjen a Kurdan de wekî yekemîn jina ku ji ber doza siyasî û neteweyî hatî bidarvekirin tê qebûlkirin û salvegera şehadeta wê her sal bi mîtîng û çalakiyên bîranînê tê bi bîr anîn.