Serok Barzanî: Ji bo hikûmeteke netewî û berfireh lezê bikin

Serok Barzanî: Ji bo hikûmeteke netewî û berfireh lezê bikin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 10ê Adara 2026an pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn kir.

Baregeha Barzanî derbarê naveroka hevdîtinê de ragihand: “Selahedîn Behaedîn bal kişand ser rewşa deverê û tekezî li ser wê yekê kir ku, tevî hebûna cudahiyên nêrînên siyasî di navbera aliyan de, rewş wiha dixwaze ku divê danûstandin û hevahengiyên berdewam di navbera hêzên siyasî de li ser mijarên hestyar hebin.”

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê spasiya Serok Barzanî kir, ji ber rola wî ji bo wê dilgermî û xwedîlêderketin û bizavên wî yên berdewam ji bo parastina gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û herwiha ew rola bi bandor a ku wî di pêvajoya aştiyê de li Tirkiyeyê lîst.

Serok Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji şer e û her tim daxwaza diyalogê û çareseriyên aştiyane ji bo pirsgirêkan dike.

Serok Barzanî got: “Serpişka karên me parastina tenahî û ewlehiya Kurdistanê ye û Herêma Kurdistanê ji bo nehêlana pirsgirêkan û parastina tenahiyê amade ye ku tevlî her roleke aştîxwazane bibe ku jê bê xwestin.”

Serok Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de nîgeraniya xwe anî ziman ku hin kom di çarçoveya vî şerê herêmî de û bi hincetên bêbingeh êrîşî Herêma Kurdistanê dikin û ji hikûmeta Iraqê û Çarçoveya Hevahengiyê hatiye xwestin ku sînorek ji bo reftarên van komên neqanûnî bê danîn.

Serok Barzanî li ser pêvajoya navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî tekez kir ku, ji ber berjewendiyên bilind û hestyariya vê qonaxê, divê aliyên siyasî zêdetir hevahengî û diyalog hebe û girîng e ku hemî alî ji bo aktîfkirina parlamentoyê û avakirina hikûmeteke neteweyî ya berfireh lezê bikin, ku tê de hemî alî milê xwe bidin ber berpirsiyarîtiyê.

Ji bo mijara bicihanîna Encûmena Siyasî jî Serok Barzanî pêdivî dît ku hemî aliyên siyasî tevlî wê bibin, lê ew encûmen nebe şûngira dezgehên Herêma Kurdistanê.