PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 22yê Tebaxê di çarçoveya serdana xwe ya Badînan de, li Duhokê ligel efser û piledarên Pêşmerge û dezgehên ewlehiya sînorê parêzgeha Duhokê re civiya.
Serok Barzanî di gotara ku pêşkeş kir de ragihand: “Hûn di rûbirûbûna gefan de xeta pêşî bûn û xelkê Kurdistanê qedrê we dizane û hûn her dem di dilê min de ne.”
Baregeha Barzanî derbarê civîna Serok Barzanî de daxuyaniyek belav kir û ragihand, di civînê de pêzanîna Serok Barzanî ji bo qurbanîdan û xebat û şevxewnekirina hêzên Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê hebûye û spas kiriye ku wan kariye seqamgîrî û asayîşa xelkê Kurdistanê dabîn bikin.
Serok Barzanî diyar kiriye ku Pêşmerge û hêzên ewlehiyê her dem di xeta pêşî ya rûbirûbûna gefan de ne û xelkê Kurdistanê qedrê wan dizane û gotiye, ‘hûn her dem di dilê min de ne.’
Serok Barzanî di axaftina xwe de, bal kişand ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal, doza gelê Kurdistanê, gef û astengiyên li ber gelê Kurdistanê û destnîşan kiriye ku di encamê de wê îradeya gelê Kurdistanê bi ser astengî û planan de bi ser dikeve.
Serok Barzanî da xuyakirin, divê gelê Kurdistanê pişta xwe bi şiyan û îradeya xwe ve girê bide û tekez kir ku Kurdistan di ser berjewendiyên hemû aliyan de ye û divê bi hilbijartinan baweriya gelê Kurdistanê bi aliyan were nûkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin