PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed û cejna Mewlûda Pêxember peyameke pîrozbahiyê belav kir û ev cejna pîroz li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de ji Xwedayê Mezin daxwaz kir ku dergehên dilovanî û bereketê li ser gelê Kurdistanê, Iraqê û hemû mirovahiyê vebike.
Serok Barzanî hêvî xwest ku ev bîranîna pîroz bibe sedema belavbûna aştî, aramî, geşepêdan, bextewarî û dadperweriyê li herêmê û li seranserê cîhanê.