Serok Barzanî: Navê Graham wê her tim wek piştgirê wefakar ê gelê Kurd bimîne

Serok Barzanî: Navê Graham wê her tim wek piştgirê wefakar ê gelê Kurd bimîne

Serok Mesûd Barzanî li ser wefata senator Lindsey Graham got: “Navê wî senatorî wekî piştgirekî wefadar ê mafên gelê Kurdistanê dê di bîrdanka xelkê de her tim bilind bimîne.”

Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê piştî nûçeya wefata Senator Lindsey Graham peyameke serxweşiyê belav kir û ragihand: "Gelek bi mixabinî ve nûçeya koça dawiyê ya dostê gelê Kurd senator Lindsey Graham gihîşt min.”

Serok Barzanî got: “Nav û helwestên Lindsey Graham wekî piştgirekî wefadar ê mafên rewa yên gelê Kurdistanê dê her tim di bîrdanka xelkê Kurdistanê de bilind bimînin."

Serok Barzanî diyar kir: "Ez sersaxiyê ji binemala wan a rêzdar û tevahiya dost û naskiriyên wî dikim û ez hevparê xema wan im. Canê wî şa be û ez rehetiyê bo binemal û kesûkarên wî dixwazim."