Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya helbestvan Kerîm Iraqî îro 1ê Îlonê peyameke sersaxiyê pêşkeşî malbat û hevalên Kerîm Iraqî kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi xemgîniyeke mezin ve, min nûçeya koça dawî ya helbestvanê mezin Kerîm Iraqî bihîst, ku mora xwe ya diyar di warê edeb û hunerê de hiştiye û bi rêya berhemên xwe, xizmeta doza gel û welat kiriye.”

Serok Barzanî diyar kir: “Em sersaxiyê li malbata wî û helbestvan û hevalên wî yên hunermend dikin. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin