PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 14ê Cotmehê li ser rûdana trafîkê ya li Hewlêrê ku ji malbatekê 5 kesan can da û 4 jî birîndar bûn, peyameke serxweşiyê belav kir.
Baregeha Serok Barzanî ragihand ku Serok Barzanî serxweşî li qurbanên bûyera trafîkê ya li Hewlêrê kir û hêviya selametiyê ji bo birîndaran xwest.
Di peyamê de wiha hat gotin: “Bi mixabiniyeke zêde ve berî spêdehiya îro înê li encama rûdaneke diltezîn ya hatin û çûnê li yek ji kolanên Hewlêrê pênç kes bûne qurbanî ku çar ji wan zarok bûn û dû kesên din jî birîndar bûn.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û xizm û kesukarên qurbaniyên wê rûdana diltezîn dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê qurbaniyan bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bide.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin