PeyamaKurd - Serok Barzanî, berevajiyê hilbijartinên berê di vê hilbijartinê de pîrozbahî li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan nekir.
Peyama Serok Barzanî ya ku do li ser hilbijartinên Tirkiyê hat weşandin, tenê pîrozbahiya xelkê di xwe de digire.
Serok Barzanî, pêştir di serkeftinên hilbijartinan de pîrozbahî li Erdogan dikir û hêviya serkeftinê bo dixwest.
Lê belê di vê hilbijartinê de tenê kêfxweşiya xwe li ser serkeftina pêvajoya demokrasiyê anî ziman.
Ev jî nîşan dide ku Serok Barzanî, tiştên bûyî tune hesab nake û bûyerên borî jibîr nake.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin