PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi boneya salvegera damezrandina Partiya Komunîst a Iraqê û Partiya Komunîst a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de daxwaza xurtkirina hevahengî û karê hevbeş di navbera aliyên siyasî de kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de ku îro (31ê Adara 2026an) hate weşandin, pîrozbahiyeke germ li serokatî, endam û alîgirên her du partiyan kir.
Serok Barzanî bal kişand ser dîroka van partiyan û wiha got:
Em pêzanîna xwe ji bo rol û qurbanîdanên Partiya Komunîst a Iraqê û Partiya Komunîst a Kurdistanê di xebata gelên Iraqê û gelê Kurdistanê de nîşan didin, ku ji bo azadiyê û li dijî dîktatoriyê têkoşîneke mezin dane.”
Di beşeke din a peyamê de, Serok Barzanî bal kişand ser rewşa siyasî ya herêmê û giringiya yekrêziyê. Barzanî destnîşan kir ku ji bo derbaskirina kaos û astengên niha, pêdivî bi karê hevbeş heye û wiha domand:
Di vê bîranînê de, em tekeziyê li ser hevahengî û karê hevbeş ê aliyên siyasî dikin. Divê em Iraq û Herêma Kurdistanê ji pirsgirêk û aloziyan dûr bixin.”
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de hêvî xwest ku ev salveger bibe wesîleya xurtkirina giyanê biratiyê û têkoşîna ji bo berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û Iraqê.
Her du partiyên komunîst di dîroka siyasî ya Iraq û Kurdistanê de wekî hêzên xwedî bandor û xwedî mîrateyeke dirêj a têkoşîna li dijî sîstemên otorîter têne naskirin.