Serok Mesûd Barzanî û Tom Barrack li Hewlêrê dicivin

Dîroka Weşanê :
Serok Mesûd Barzanî û Tom Barrack li Hewlêrê dicivin

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack dike. Barrack bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê da ku pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê gotûbêj bikin.

Di civînê de dê bi taybetî li ser çarenûsa "Peymana 10ê Adarê" ya di navbera HSD û hikûmeta li Şamê (Ehmed Şera) de were axaftin. Armanca hevdîtinê kêmkirina rageşiya leşkerî ya li herêmên pevçûnê û parastina aramiya siyasî ye.

Ev hevdîtin berdewamiya pêwendiya telefonî ya 9ê Çileyê ye ku tê de aliyan li ser hevrêziya ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê li hev kiribû.