Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê DYA’yê Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê DYA’yê Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

PeyamaKurd -  Di rûniştina krîtîk de ku aramiya herêmî, piştgiriya li hikûmeta Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û bêçekkirina grûpên çekdar ên milîtan dihewand, Barrack silavên taybet ên Serok Trump gihandin Serok Barzanî.

Nûnerê Amerîkayê bal kişand ser hevsengiyên li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê di warê geşepêdan û pêşkeftinê de xwedî roleke pir nirxdar e û ev ezmûn wekî modelekî "nimûneyî" bê pênasekirin; her wiha Brrack pesnê serkirdayetî, tecrûbe û pêşengiya Serok Barzanî ya di parastina aramiyê de da.

Helwesta stratejîk a Serok Barzanî: ‘Kurdistan her dem alîgira diyalogê bûye’

Li aliyê dîn, Serok Mesûd Barzanî bi biryardarî anî ziman ku polîtîkaya aştîparêz a herêmê nû kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê di çareserkirina kêşeyan de her dem piştgiriya rêbazên dîplomasî û diyalogê kiriye.

 Serok Barzanî tekez kir ku Kurdistan tu carî nebûye beşek ji alozî û xitimandina siyasî, lê belê bi neheqî rûbirûyî bandorên xirab ên şer û pevçûnên li herêmê bûye.

 Serok Barzanî di dawiya axaftina xwe de wekî pênaseya qonaxa nû eşkere kir ku êdî dema wê hatiye ku Rojhilata Navîn ber bi asayîş, aramî û refahê ve pêngavên mayînde û sîstematîk bavêje daku hemû biryarên nû di bin sîwana aştiyê de werin tomarkirin.