Seroka Desteya Rêveber a MSDê da zanîn, rewşa awarte ya ku Rêveberiya Xweser ragihand, eşkere kir ku wê ev rewş ne demkî be û got: “Gefên Tirkiyê ne nû ne, madem siyasetên xwe yên hilbijartinê li ser rijandina xwînê ava dike, gefên wê bi dawî nabin. Rewşa awarte wê ne demkî be, wê dirêj bike ji ber ku em li hemberî şerekî cîhanî ne û pêwîstî bi tedbîran heye.”
Herwiha Îlham Ehmed piştgiriya NATO ji Tirkiyê ya dijberî Kurdan rexne kir û got: “Tirkiye hêza xwe ji NATOyê digre. Hîna hewl dide xewna xwe ya Osmaniya nû pêk bîne. Lihevkirina Lozanê ji bo xwe neheqî dibîne. Ji ber wê dixwaze xeta Lozanê rast bike.”
Îlham Ehmed destnîşan kir: “NATO xwe spart hêzek lewaz, wê wenda bike û got: “Bi îmzekirina lihevkirina sêalî re, pirgirêk di hundirê her du welatan de çêbûn ji ber ku li dijî destûrên wê bû. Diyar bû NATO di siyasetên xwe de di çarçoveya xwe ya klasîk de ma, ji ber baldar bû ku rola Tirkiyê biparêze. Bi nêrîna min dê NATO gelek winda bike, ji ber pişta xwe da dewleteke lawaz û NATO ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.”
Herwiha di berdewamiya axaftina xwe de Îlham Ehmed piştrast kir ku têkiliyên wan bi Swêd û Finlandayê re baş e û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Têkiliyên me baş in. Di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî de piştgiriyeke mirovî dane me. Wê ev têkilî jî dewam bikin, nexasim derbarê dosya terorê de, ji ber bi hezaran çekdarên DAIŞê di zindanên Rêveberiya Xweser de ne. Ji dewletên endamên Koalîsyona Navneteyewî tê xwestin ku biberpirsyartiya xwe ji berê zêdetir bi cih bînin. Nabe ku ji bo gefên dewleta Tirkiyê ji berpirsiyartiya xwe birevin. Ji ber ev yek ewlehiya wan a neteweyî jî dixe xeteriyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin