Serokê herêma Kurdistanê giha Abû Dabiyê

Serokê herêma Kurdistanê giha Abû Dabiyê

PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî giha payîtexta Emaratan Abû Dabiyê. Barzanî ber destê êvarê ji balafirgeha payîtexta Kurdistanê ji Hewlêrê bo Emaratan hereket kir.

Li gor ragihandina baregeha serokatiya herêma Kurdistanê, Barzanî wê sibê bi welîaht prensê Emaratan û bi cîgirê serfermandarê hêzên çekdar yên Emaratan bi Muhammed Bîn Zayîd re hevdîtinan bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin