Serokê Herêma Kurdistanê hatina meha Remezana pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê hatina meha Remezana pîroz kir

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi peyamekê hatina meha Remezana pîroz li tevaya mislimanan; li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Ez hêvîdar im ku ev meha pîroz xêr, xweşî û bexteweriyê bi xwe ra bîne û aştî û seqamgîrî perên xwe bi ser mirovatiyê da bikêşe.”

Herwiha da zanîn: “Da em hemû bi hevra wate û waneyên birojûbûn û meha pîroz ya Remezanê bikin, hêvênê bihevrabûn, biratî, lêborîn û zêdetir bicihkirina buhayên mirovahî û aştbûnê. Xwedaperistî û rojûyên hemŷan qebûl bin  û Xwedayê mezin hemû aliyan biparêze.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin