PeyamaKurd - Serokê Odeya Hekîman a Diyarbekirê Mehmet Şerîf Demîr ragihand ku Diyarbekir ji bo vîrûsa koronayê ne amade ye û amadekariyên nexweşxaneyan têra rûbirûbûna nexweşîna Covid19 nakin.
Demîr bal kişand ser di nava hefteyekê de hejmar ji nişkava zêde bûye û ev jî dide nîşandan ku wê hejmar zêdetir bibe.
Li gorî nûçeya MAyê Şerîf Demîr wiha got:
“Li Amedê em dibînin ku êdî metirsiyeke zêde ketiye nava xelkê. Niha ji bo Amedê hejmarek kesên vîrûs li wan geriyaye ligel me nîne. Li Amedê nexweşxaneya ku wekî referans tê belavkirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl e. Ev yek nayê wateya ku nexweşiya koronayê tespît dike. Bila wisa neyê pênasekirin. Niha li Tirkiyê nexweşxaneyên ku testan bikin û encamê derdixin tenê 6 nexweşxane hene. Amed jî ne di nav van her şeş bajaran de ye. Ji bo parastinê hewce ye îzolasyon hebe û ev yek girîng e. Îzolasyon ji bo hejmara testê pir girîng e. Ev yek jî nîşanî me dide ku testên niha li Tirkiyê tên kirin hejmara wan pir kêm in. Ji ber vê jî bi lezgînî divê labaratûvarên ku ev test lê tên kirin, werin zêdekirin. Di nav bajarên ku yekemin ev labaratûvar werin zêdekirin yek jê jî Amed e. Ji ber ku Amed navenda vê herêmê ye divê bi lezgînî labaratûra van testan li vir were vekirin. Testên li Amedê ji bo encamê diçin Enqerê. Ev jî dibe sedema derengmayîna encamên nexweşiyê.”
Demîr diyar kir ku li her nexweşxaneyên Amedê agahdarî hatine kirin û li hin odeyên Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê cihê karantînayê hatine amadekirin, lê ev amadekarî têr nakin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin