Mustafa Fidan car din bû serokê Herêma Organîza Sanayiyê ya Diyarbekirê

Mustafa Fidan car din bû serokê Herêma Organîza Sanayiyê ya Diyarbekirê

PeyamaKurd  Mustafa Fidan di hilbijartina îro de an ku di kongrê de, car din bû serokê Herêma Organîze ya Sanayiyê ya Diyarbekirê (OSB).

Di hilibjartina îro de Mustafa Fidan, 187 dengan sitend û bû serokê OSBê. Fidan behsa yekîtiyê kir û got ku projeyên ku bajêr pêş de bibin ji bo wan girîng in. Fidan got:

“Projeya me ya herî mezin yekîtî û bi hev re bûne. Ji ber em dizanin maqam demkîne, em îro xwedî maqamin lê siba ew maqam nîne. Ya girîng ew e ku em li pey xwe çi berhem dihêlin.”

Di hilbijartinê de 344 deng bikaranîn û ji wan dengan Mustafa Fidan 187 dengan sitend. Li hemberê wî namzedê bi navê Ali İhsan Özdoğan 156 deng sitend.