Serokwezîr Barzanî: Em ji bo bicihanîna xewna Mîr Tehsîn Beg dixebitin

Serokwezîr Barzanî: Em ji bo bicihanîna xewna Mîr Tehsîn Beg dixebitin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma pêşwazîkirina termê Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Beg de bal kişand ser ku ew hewil didin xewna Mîr Tehsîn Beg bicih werînin.

Barzanî wiha axivî: “Bi hewl û qurbanîdana Pêşmergeyên qehreman û rol û serperiştiya Serok Barzanî Şingal û navçeyên din ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin û kar ji bo wê yekê dikin îdareyeke hêjayî wan navçeyan danin û ew jî xewn û hêviya Mîr Tehsîn Beg bû.”

Barzanî destnîşan kir, “Mîr Tehsîn Beg koça dawiyê kir, lê xizmet û xebata Mîr zindî dimîne. Mîr kesekî çalak bû, bi sedema beşdariya di Şoreşa Îlonê û şoreşên Kurdistanê de, bi sedan Êzidî beşdarî di şoreşên Kurdistanê de kirin û ta niha Pêşmergeyên Êzidî di xebat û giyanê Kurdatiyê berdewam in.”

Barzanî zor û sitema DAIŞê li ser Kurdên Êzidî anî ziman û wiha pê de çû: “DAIŞê tawaneke gelekî dirinde li dijî xwişk û birayên Êzidî kir û 6417 kes revandin û 3542 jin û keçên revandî hatin rizgarkirin, lê mixabin hîna nêzîkî 3 hezar kes mane ku bêne rizgarkirin. Daxwaz ji hemû aliyan dikim hevkariya me bikin ji bo ew xwişk û birayên me yên di destê çekdarên DAIŞê de mane rizgar bikin û ta yek kes jî mabe jî nivîsgeha taybet a ji bo wê pirsê hatiye vekirin, vekirî dimîne.”

Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de got: “Mîr Tehsîn han dida ku êzidî beşdarî proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê de bibin û Êzidî bi dirêjahiya dirokê erkê xwe yê niştimanî bicih anîne, ji ber ku parastina vê xakê beşek ji bîr û baweriyên ola Êzidiyan e.”

Serokwezîr Barzanî diyar kir: “Parlemanter û nûnerên Êzidî li Palemantoya Kurdistan û Iraqê bi dilsozî kar bo xizmeta navçeyên Êzidî û Kurdistanê dikin û hewl didin bi hikûmet Iraqê re kar ji bo xizmeta Êzidiyan dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin