Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li Emmanuel Macron kir

Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li Emmanuel Macron kir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pîrozbahî li Emmanuel Macron kir. Serokwezîr Barzanî bi rêya peyamê da zanîn ku ew bi kêfxweşî li benda karkirina ligel hev in.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di tora xwe ya medyaya civakî ya Twitterê de peyameke pîrozbahiya hilbijartinên Fransayê belav kir. Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got; Ji bo ku tu cara duyemîn hatî hilbijartin, ez pîrozbahiyeke germ li te dikim Serok Emmanuel Macron. Ez bi kêfxweşî li bendê me ku em ji bo berdewambûna bihêzkirina pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistan û Fransayê de bi hev re kar bikin.’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin