Serokwezîr Barzanî projeya ava paqij a 53 gundan vekir

Serokwezîr Barzanî projeya ava paqij a 53 gundan vekir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya xebatên kabîneya xwe yên ji bo nûjenkirina pergalên xizmetguzariyê de, projeyeke mezin û stratejîk a ava vexwarinê ku 53 gundên sînorê Mergasor, Akrê û Xelîfanê lixwe digire, vekir.

Serokwezîr Barzanî beşdarî merasîma vekirinê bû ku ev proje bi mebesta çareserkirina kêmasiya avê û pêşkêşkirina derfetên herî baş ji bo welatiyên herêmê hatiye bicihkirin.

Çavkaniya vê avê li gundê Balindayê yê ser bi navçeya Mergasorê ve ye û li wir westgeheke nûjen a parzûnkirinê hatiye avakirin ku di saetekê de 1200 metre sêcar avê paqij dike daku bigihîne 35 hezar kesan. Hêz û binesaziya vê xebatê ji 3 westgehên pompekirinê, 24 pompên mezin û 70 depoyên komkirina avê pêk tê ku dirêjahiya tevahî ya tora wê digihîje 540 kîlometreyan.

Hate ragihadndin ku ev pêngava nû ya avakirinê ne tenê ji bo dabînkirina ava vexwarinê ya rojane ye, lê di heman demê de dê bandoreke berçav li ser vejandina aboriya gundan jî bike.