Mesrûr Barzanî projeya ava paqij a 540 kîlometreyî vedike

Mesrûr Barzanî projeya ava paqij a 540 kîlometreyî vedike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya hewldanên bihêzkirina binesaziya avê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan de, îro 19ê Tîrmehê projeyeke stratejîk û nûjen a ava vexwarinê li sînorê qezayên Mergasor, Akrê û Xelîfanê vedike.

Navenda vê projeyê û westgeha parzûnkirinê li gundê Balindayê yê ser bi navçeya Mergasorê ve hatiye avakirin, ku di her saetê de dikare 1200 metre sêcar avê biparzûne û belav bike. Ev binesaziya mezin ji sê stasyonên sereke yên pompekirinê, 24 pompe û 70 depoyên bi qebareyên cuda yên ji 100 heta 8000 metre sêcar pêk tê.

Herwiha dirêjahiya xetên veguhestinê yên sereke nêzî 220 kîlometre ye û tora navxweyî ya gundan jî zêdetirî 320 kîlometre ye ku bi giştî digihîje 540 kîlometreyan.

Bandora li ser jiyana welatiyan û aboriya herêmî

Ev projeya berfireh ku wekî beşek ji plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo baştirkirina jiyana welatiyan hatiye bicihkirin, ava paqij rasterast digihîne 53 gundên li ser sînorê van hersê qezayan.

Ev pêngava xizmetguzariyê zemîneke pir guncav diafirîne ku welatiyên deverê zêdetir girîngiyê bidin sektorên sereke yên wekî çandinî û ajaldariyê, ku ev yek ji bo geşedana aboriya herêmî piştgiriyeke pir mezin e.