PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi merasîmekê Bendava Çemirgeyê ya li sinorê qezaya Quştepeyê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji xizmetê re vekir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî seredana pişkan û agahdarbûna ji xizmetên bendavê qurdeleya vekirinê birî.
Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de wiha got: “Di Kabîneya 9an de em gringiyê didin mijara parastina samanê avê û çêkirina bendav û pondan. Ji vî alî ve me li seranserê Kurdistanê çend piroje pêk anîne û em ê berdewam bin. Bêguman ev yek wê sûdeke mezin û cuda bide.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derbarê xizmeta bendavê de jî agahiyan parve kir û wiha dom kir:
“Ew bendav ji aliyekî ve dikarin avê vebigirin, mimkin e ji bo meremên çandinê jî feydeyekî zêde jê bê wergirtin û herwesa hin caran jî bendavên mezin ji bo berhemanîna enerjiya karebê tên bikaranîn. Herwesa ji aliyê geştyarî jî ve bendav dîmenekî xweşik pêşkêşî deverê dikin û xelk demeke xweş lê derbaz dike. Ji aliyekî din jî ve bendav dikarin metirsiya çêbûna lehiyan û zirarên ku digehin erd û zeviyan jî kêm bikin.”
Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Gelek giring e ku feyde ji ava sererd bê wergirtin û em ava binerd gelek bikar neyînin, ji ber ku mixabin gelek nemaye ku ava binerd bi rêjeyeke metirsîdar biçe xwarê.” Herwesa got, “Samanê avê û samanên din jî yên xweriskî ne tenê yên me ne belkî yên nifşên paşerojê jî ne, lewma divê em wan biparêzin.”
Navbirî eşkere jî kir, “Me li dû bernameya hikûmetê kar kiriye ku em bi baştirîn awa feydeyî ji samanê avê werbigirin. Cihê dilxweşiyê ye ku bendava Çemirgeyê temam bûye û li gelek cihên din jî bendav hene ku dê temam bibin û hin ji wan jî temam bûne û çêkirina bendavan dê berdewam be, ji bo ku bi awayekî zanistî feyde ji samanê avê bê wergirtin.”
Bendava Çemirgeyê bi gojimê çar milyar û sê sed milyon dînaran, li ser budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi şiyan û şarezahiyên navxweyî û li dû pîver û standardên cîhanî, hatiye çêkirin. Bilindahiya wê bendavê 17.5 metr û dirêjahiya wê 262 metr û paniya wê jî ji aliyê serî ve 8 metr in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin