PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî biryarnameya ku bo 4 mehaneyên pêşmerga hatibû amadekirin îmze kir. Abdulmehdî di heman wextê de wekîlê wezîrê bergiriyê yê Iraqê ye û biryarname ji aliyê wî de hat îmzekirin.
Parlementerê Kurdistanê li Bexda ku di heman demê de endamê komisyona bergirî û ewlekariyê ye, Nasir Herkî bo Rûdawê ragihandiye ku wê wezareta darayî mehaneyên pêşmergeyan yên ji meha yekê heya niha ku dike 816 mîlyar dînar, dê bê şandin bo hukumeta herêma Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin