Serokwezîr: Ji bo hevbesiya me bihêztir be gelek mijar hene ku em gotûbêjê li ser bikin

Serokwezîr: Ji bo hevbesiya me bihêztir be gelek mijar hene ku em gotûbêjê li ser bikin

PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna bi balyoz, nûner û dîplomatên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê de axivî û diyar kir: “’Ez keyfxweşim li gel we careke din civiya me û derbarê çend pirsên giring li Herêma Kurdistanê em biaxivin.”

Mesrûr Barzanî îro bi balyoz, nûner û dîplomatên welatan li Herêma Kurdistanê re civiya û di destpêka gotinên xwe de diyar kir: “Ez keyfxweş im bi we re careke din civiya me û derbarê çend pirsên giring li Herêma Kurdistanê em biaxivin. Ji bo ku hevbeşiya me bihêztir be, gelek mijar hene ku em gotûbêjê li ser bikin.”

Herwiha da zanîn: “Derbarê pêkanîna hikûmetê li Bexda, ew yasayên hikûmeta federal derxistine, pirsa çaksaziyê, aborî û di warên din de û herwiha ez dixwazim derbarê çaksaziyên Pêşmerge de jî em biaxivin.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Derbarê pêkanîna hikûmetê li Bexda em dizanin Serokomar hat hilbijartin û serokwezîrê bê erkdarkirin jî piştî salekê hat diyarkirin û hêvîdar im bibe vekirina deriyê derfetan.”

Serokê Hikûmetê destnîşan kir: “Hûn hemû dizanin çi pêkhat û ezmûna we hemûyan heye. Lê pêwîst e ev hikûmet rêz li destûrê bigre û pêwîst e rêkeftin di navbera aliyên hikûmetê pêktînin de hebe.”

Di berdewamiyê de ragihand: “Bendewariya me ew hikûmet rêz li destûrê bigre, rêkeftinek heye di navbera aliyan de derbarê pêkanîna hikûmetê ku pêk tê li ser bingehên hevbeşiya rasteqîne, hewsengî û rêkeftin û biryardana stratejîk. Herwiha wek dizanin mijara çaksaziyê li dadgeha federal û mijarên hatine cemidandin ên din ku ji bo me û Bexdayê giring in. em hêvîdar in niyeteke paqij a bihêz ve û bi başî ber bi pêş ve em biçin. Hêvîdar im Serokwezîr jî serkeftî be.”

Mesrûr Barzanî got: “Mijara me ya sereke îro li ser aboriyê ye, herwiha dixwazim behsa çaksaziya Pêşmerge bikim. Spasiya hevbeşên me dikim. Hevpeymaniya Navnetewî ku hewkariya me kirin di mijara çaksaziya Pêşmerge de ku ber bi pêş de çûye. Dibe ku bilezekî zêde nebe ku em jê bi hêvî ne û em baş dibînin. Hêvîdar im berdewam bike û bibe sedem ji bo seqamgiriya navçeyê û hemû Iraqê jî. Em kar dikin di nêzîk de li gel hikûmeta Iraqê, ji bo zêdetir li gel yek kar bikin. Ew cîhên ku valatiya ewlehiyê heye dagrin û hêvîdarim li gel avabûna hikûmeta nû pêngavên nû û zêdetir bên avêtin ji bo tijîkirina wan cihên ku valatiya ewlehiyê lê heye, bi hêzên hevbeş ve ku me rêkeftin li ser kiriye li gele hikûmeta federal, ku du lîwayên hevbeş hebe li wan navçeyan bên bicihkirin. Ji ber ew dever ji aliyê DAIŞê ve tên bikaranîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin