Hate ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel şanda hikûmeta Herêmê wê li Koşka Spî bi berpirsên payebilind ên Wezareta Derve ya DYA û endamên Kongreyê bicive.
Jêderên ji hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandin ku mijarên sereke yên civînên Mesrûr Barzanî pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û DYAyê û guherîn û pêşhateyên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê ne.
Diyar bû ku di şanda bi Serokwerzîr Mesrûr Barzanî de Wezîrê Hêzên Pêşmerge, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve û çend berpirsên din ên hikûmetê hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin