PeyamaKurd-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokwezîr Barzanî, di civîna çapemeniyê de mijarên sereke yên siyasî, aborî, nîqaş û guftûgoyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê nirxandin.
Serokwezîr Barzanî, daxuyaniya çapemeniyê de got ku mijara yekemîn a cihê pirsê ya ji bo welatiyên Kurdistanê, Hilbijartina Kurdistanê ye. Barzanî got, “Em wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser lidarxistina hilbijartinên di dema xwe de bi îsrar in. Ji bo vê jî tevahiya rêkarên pêwîst ên qanûnî hatine cîbicîkirin û ez hêvî dikim ku aliyên siyasî, li ser vê mijarê li hev bikin.”
Mesrûr Barzanî, di dewama daxuyaniyê de got, “Mijareke din jî ew e ku li parêzgehên Silêmanî, Helebce û îdareyên serbixwe yên Gerimiyan û Raperînê, mûçe di dema xwe de nayê dayîn. Wekî her kes dizane, me di destpêka kabîneya xwe de diyar kiriye ku hikûmet, hikûmeteke Kurdistanî û ya tevahiya pêkhateyan e û her dem vê daxwazê hat kirin ku desthilat ji parêzgeh û rayedarên îdareyên serbixwe were dayîn û me ev yek jî pêk anî lê mixabin bernameya hikûmetê, wekî xwe nehat cîbicîkirin û li hin cîhan dahata hikûmetê ne ku tenê nehatiye komkirin, dibe ku gelek jî kêm bûbe.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ser dahatên Hikûmeta Kurdistanê û bi vî awayî ji raya giştî ya Herêma Kurdistanê re şîrove kir.
“Dahatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sê cure ne û yek ji van cureyan jî firotina petrolê ye. Ev dahat, li gorî bernameyeke taybet a hikûmetê, bi awayekî yeksan li ser tevahiya parêzgehan tê dabeşkirin. Dahata duduyan, ew pere ye ku ji aliyê Hikûmeta Federalî ve tê şandin lê mixabin ev pere, bi rêk û pêk ji bo herêmê nayê şandin, lewre car caran rastî kêşeyan tê. Dahata sisiyan jî dahata navxwe ye. Ev dahat, li parêzgehên Duhok û Hewlêrê zêde bûye lê mixabin ev dahat li Silêmanî û cîhên din zêde nebûye û li ser vê mijarê jî aliyên têkildar di vî warî de karên pêwîst nekirine.
Mesrûr Barzanî bal kişand ser rewşa giranbûna buhayên xwirek û sotemeniyê jî û da zanîn ku ew ji bo kêmkirina bargiraniya xelkê Kurdistanê hewilên xwe didomînin.
“Em wekî kabîneya 9an, ji her kesî/ê zêdetir xemxurên xelkê Kurdistanê ne, lewre me biryar daye ku werin bizanibin kêşe û arîşeyên wan çi ne û bizanibin sedema nedana mûçeyan a li wan deveran ji ber çi ye? Mijareke din a ku divê behsa vê were kirin jî ew e ku di demên derbasbûyî de ji ber şewba Covid-19ê, ji ber hişkesaliyê û di van demên dawî de jî ji ber şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê, buhayê xwirek û sotemeniyê li cîhanê giran bûye û vê yekê jî bandorê li ser bazarên Kurdistanê kiriye. Mixabin hinek aliyan hewil dan ku ji wan rewşan sûdê werbigirin û xwirek û pêdiviyên sotemeniyê enbar bikin da ku buhayê wan zêdetir giran bibe lê me wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêkarên pêwîst stendine û em rê nadin ku tu aliyek buhayê li ser xelkê giran bike. Em ê hewilên xwe yên di vî derbarî de jî bê navber bidomînin. Hewila me ew e ku em bargiraniya li ser xelkê kêm bikin. Wekî mînak, me buhayê elektirîk û sotemeniyê ji bo nançêkeran kêm kir daku ev jî buhayê nanî giran nekin.”
Serokwezîr Barzanî, li ser hawirdeya erzanî ya bi rêya gumrikî jî axivî û da zanîn ku hewila wan ji bo bernameyeke daîmî ye.
“Me ligel Hikûmeta Fedralî jî li ser vê mijarê giftûgo kiriye û me li hev û din kiriye ku lêxweşbûneke gumrukî ya ji bo bazirganan hebe da ku ew jî bikaribin pêdiviyên pêwîst bi erzanî hawirdeyê Iraq û Kurdistanê bikin. Em li ser vê mijarê berdewam dibin û em hewil ji bo vê yekê didin ku ev bername li Kurdistanê berdewam be.”
“Di derbarê sotemeniyê de jî me biryar da ku ev sotemeniya ji bo welatiyan lazim e, li parêzgehên din ên Iraqê yên li welatên din were hawirdekirin ji bo ku buhayê sotemeniyê li ser welatiyan giran nebe.”
Serokwezîr Barzanî bal kişand ser mijara enerjiyê û parastina berjewendiyên Gelê Kurdistanê
“Mijareke din a di navbera me û Hikûmeta federalî de mijara enerjiyê ye. Me beriya niha li ser vê mijarê nîqaş kirine lê mixabin hinek caran jî tê gotin ku Hikûmeta Herêmê, pêbendî hin tiştan nebûye. Ev ne rast e, me bi berdewamî hewil daye ku kêşeyên heyî yên di vî warî de bi diyalogê û di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin. Nabe tu aliyek bi awayekî takekesî di cihê Gelê Kurdistanê de biryaran bide. Em xwedî destûrê ne û di destûrê de mafên Gelê Kurdistanê hatine diyarkirin û bi tu awayî em rê nadin ku li tu aliyekî ev destûr werin binpêkirin.”
“Mixabin tê gotin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bersiva Hikûmeta Fedralî ya li ser wan mijaran nedaye. Ev ne rast e. Me hem bi awayeke nivîskî, hem jî bi awayekî gotinkî bersiv daye. Tiştê girîng ji bo me, berjewendiyên Gelê Kurdistanê ne û têkilî û diyaloga me jî berdewam e. Em ji Hikûmeta Federalî dixwazin ku ev kêşe, bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Nabe ku mijara mafên destûrî yên Gelê Kurdistanê û her wiha mijara enerjiyê, wekî karteke zextlêkirina siyasî li dijî Herêma Kurdistanê were bikaranîn.”
Mesrûr Barzanî derbarê tundiya dijî jinan de jî axivî û da zanîn ku ji bo ku tundiya li dijî jinan li Kuridistanê bi nemîne û Kurdistan di vî warî de bibe mînak, wan, rêkarên pêwîst girtine û ew li ser rêkarên xwe berdewam bin. Barzanî da zanîn ku divê civak û kes jî di vî warî de werin perwerdekirin û divê yeksaniya cinsî li Kurdistanê bibe tiştekî ku ew pê şanaz bin û divê zêdetir were sepandin.
Serokê Herêma Kurdistanê, projeyên ji bo alîkariya hejar û kirêciyan jî ragihand û da zanîn ku dê ev proje berdewam bin.
“Mijareke din a ku dixwazim qal bikim jî ew e ku di wan demên dawî de em pê hesiyan ku hejmareke zêde xelkê kirêcî, hejar û kêmdahat hene. Lewre me ligel gelek aliyên têkildar giftûgo kirin û me biryar da ku ji bo hevkarîkirina wan kesan, li seraserê Kurdistanê projeya hevkarîkirina hejar, kirêcî û kêmdahatan; bi qistên demdirêj ji bo wan xanî werin çêkirin û ev proje dê nebe projeya me ya dawî, em ê ji bo cîbicîkirina projeyên bi vî rengî berdewam bin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin