PeyamaKurd – Li navçeya Dihê ya bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê, li 5 gundan qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Parêzgariya Sêrtê ragihandiye ku bi sedema operasyonên leşkerê li 5 gundan qedexe hatiye ragihandin.
Qedexeyê îro 4ê Tebaxê saet 09.00an de dest pê kiriye û heta fermaneke duyemîn dê berdewam be.
Hat zanîn ku operasyona leşkerî ya dijî PKKê bi beşdariya yekîneyên taybet ên Fermandariya Bajar a Cendermeyan didome.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin