PeyamaKurd - Berpirsê baskê 15ê yê Xaneqînê yê PDKê Cehfer Şêx Mistefa, hişyariya êrîşên berfireh ên rêxistina terorîst a DAIŞê bi ser Neftxane û Xaneqînê de da.
Şêx Cehfer Şêx Mistefa ji BasNewsê re ragihandiye, DAIŞ metirsiyê li ser Xaneqînê çêdike û hêzên Iraqê jî hêza wan ji holê rakirina metirsiyan tine.
Şêx Cehfer Şêx Mistefa got, navçeyên derdora Xaneqînê bi awayekî di dest hêzên Iraqê de nemaye, ji ber wê duh 24.02.2021ê hêzeke zêde ya komando yên Iraqê bi balefirên şer ve ji wan navçeyan re hate veguhestin.
Berpirsê PDKê da zanîn, milîsên Heşdî Şeibî dest bi lêdana xendeqan li dora Neftxaneyê kirine û desthilata asayîşa YNKê kêm kirine û hêzeke din bi navê asayîşa sînor birine wê deverê û hêzek jî bo Bawe Mehmûd bo Xaneqînê birine.
Şêx Cehfer Şêx Mistefa hişyarî da û got, çekdarên DAIŞê nav şikeftên çiyayên wan navçeyan xwe rêxistin kirine û metirsiya êrîşên çekdarên rêxistina terorîstî bo ser Neftxane û Xaneqînê heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin